Îran: Heta ku mafên me neyên misogerkirin em ê ti peymanê erê nekin

Serokê Meclîsa Îranê û sermuzakerevanê Tehranê Mûhammed Bakir Galîbaf got, heta ku mafên welatên wî bi temamî neyên garantîkirin wê bi DYE'yê re ti peymanê qebûl nekin.

Serokê Meclîsa Îranê Mûhammed Bakir Galîbaf roja Yekşemê daxuyanî da û anî ziman ku heta mafên wan ên neteweyî bêkêmasî bêne garantîkirin wê rêveberiya Tehranê ti peymana bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) re erê neke.

Galîbaf ku di muzakereyên bi Washingtonê re serkêşiyê ji heyeta Îranê re dike got, "Bawerî û bi gotin û sozên dijmin nayê. Yekane krîtera me ew e ku beriya em sozên xwe bi cih bînin, encamên şênber bi dest bixin."

JI TRUMP PÊŞNIYAREKE NÛ

Daxuyaniyên Galîbafê piştî wan nûçeyên li çapemeniya Emerîkayê hate dayin, ku di nûçeyan de tê gotin, Serokê DYE'yê Donald Trump pêşniyareke nû ya pêşniyarê ya ji mercên giran pêşkêşî Îranê kiriye.

The New York Timesê li gorî agahiyên ji rayedarên xwedî agahiyên têkildarî muzakereyan ragihand ku Trump li gel bendewariya rojên dawî ya ku alî li ser peymanekê li hev bikin, pêşniyareke nû ya ji xalên tundkirî yên pêşnûmeya heyî pêşkêşî Tehranê kiriye. Tê gotin, Trump bi guhertinên kiriye dikare pêvajoya muzakereyê dirêj bike.